PDK û YNK hefteya bê dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî civîna îro ya li Hewlêrê, biryar e ku hefteya bê şandên danûstandinan ên PDK û YNKê ji bo temamkirina danûstandinan bicivin. Çavkaniyekê ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku, mijara sereke ya wê civînê dê nîqaşkirina senaryoya "berbijarê hevpar" ji bo posta Serokkomariya Iraqê be.
Di berdewamiya bizavên siyasî yên rakirina astengiyên siyasî û rêkxistina navxweyî ya Herêma Kurdistanê de, biryar e ku hefteya bê gereka nû ya civînan di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bê lidarxistin.
Çavkaniyekê îro (Pêncşem, 08.01.2026) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand ku, PDK û YNKê piştî civîna xwe ya îro li hev kiriye ku hefteya bê hevdîtinên xwe bidomînin.
Li gorî zanyaran, civîna bê dê li ser sê mijarên sereke û stratejîk be:
- Avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
- Aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê.
- Çareserkirina pirsgirêka posta Serokkomariya Iraqê.
Wê çavkaniyê amaje jî da ku, di navbera van her sê dozan de girêdaneka xurt hatiye çêkirin; bi rengekî ku gihîştina lihevkirinê li ser awayê avakirina kabîneya dehê dê bibe mifteya çareseriyê û deriyek ji bo aktîvkirina parlementoyê û çareserkirina pirsgirêkên têkildarî posta Serokkomarê Iraqê li Bexdayê.
Li gorî wê çavkaniyê, yek ji xalên werçerxê yên hevdîtinên vê carê dê nîqaşkirina fikra destnîşankirina "berbijarê hevpar" ji bo posta Serokkomariya Iraqê be.
Li gorî zanyaran, di civîna îro de li ser vê mijarê gelek nîqaş hatine kirin û bizavek heye ku Kurd bi yek deng û yek berbijar biçin Bexdayê, ev jî wekî pêngavekê ji bo xurtkirina helwesta Kurdan.
Tê çaverêkirin ku civîna hefteya bê encamên yekalîker hebin, xasma jî ku her du alî girîngiya vê qonaxê û pêdivîtiya lezandina pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê fam dikin.