Al-Monitor: Şeybanî civîna HSD û Şamê têk bir û bû sedema peydabûna rewşa li Helebê

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera "Al-Monitor" hûrgiliyên civîneke "astbilind" a di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de eşkere kirin ku berî teqîna şerê Helebê pêk hatibû. Li gorî raportê, di demekê de ku lihevkirin nêzîk bû, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ji nişka ve avêtiye ser civînê û dawî li her tiştî aniye.

Malpera "Al-Monitor" raportek derbarê civînên roja 4’ê Çileyê yên li Şamê belav kir. Di civînê de Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre û Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî Lîwa Kevin Lambert beşdar bibûn. Armanca civînê cîbicîkirina (pêkanîna) "Peymana 10’ê Adarê" û yekkirina saziyên leşkerî bû.

'Şeybanî Jeneralê Amerîkî ji civînê derxist'

Li gorî zanyariyên raportê, civîn di destpêkê de bi erênî dimeşiya. Lê belê di qonaxeke giring de, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî ji nişka ve derbasî jûra civînê dibe. Şeybanî ji jeneralê Amerîkî daxwaz dike ku jûrê derkeve û piştre bêyî ti hinceteke mentiqî radigihîne ku "civîn bi dawî bûye".

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif derbarê mijarê de ji malperê re got: "Helwesta şandeya hikumetê pir xerîb bû. Wan red kir ku em daxuyaniyeke hevbeş belav bikin û niha peyman hatiye cemidandin."

Li ser çi lihevkirin hebû?

"Al-Monitor" eşkere kir ku berî têkçûna rewşê, Şamê nermî nîşan dabû û li ser van xalan razî bûbû:

- Avakirina 3 fîrqeyên leşkerî di bin fermandariya Kurdan de (ji endamên HSD’ê).

- Avakirina 3 lîwayên taybet: Lîwaya Jinan, Lîwaya Dij-Teror û Lîwaya Parastina Sînor.

- HSD di bin sîwana Wezareta Berevaniyê de sînoran biparêze.

Xala Nakokiyê: Mekanîzmaya Kontrolê

Tevî van pêşketinan, "bêbawerî" bû sedema nakokiyên kûr li ser şêwazê pêkanînê. Şamê daxwaz dikir ku artêşa wê bêyî ti astengî derbasî Rojhilatê Firatê bibe. Lê HSD’ê wekî şert danîbû ku her karwanekî leşkerî yê ji 5 wesayîtan zêdetir be, divê bi hevahengiya pêşwext be. Herwiha Şamê israr dikir ku cîhê hêzan û fermandaran bi xwe diyar bike, ku ev yek ji aliyê Kurdan ve wekî "hewldana kontrolkirina temamî" hat dîtin.

Du roj piştî têkçûna van danûstandinan, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şerekî giran dest pê kir ku wekî tundtirîn herî rûbirûbûna piştî ketina rejîma Esed (li dawiya 2024'an) tê pênasekirin.