Almanya: Heke Sûriye mafên pêkhateyan nebapêre tu paşerojek nabe

Reem A. Radovan
Reem A. Radovan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Alîkarî û Pêşxistina Aborî ya Almanyayê ragihand: "Em êrîşên Hikûmeta Sûriyeya Erebî li ser her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi tundî şermezar dikin." Amaje jî da ku, Hikûmeta Sûriyeya Erebî li beranberî wan tundûtûjiyên ku di rojên borî de li dijî Kurdan hatine kirin berpirsiyar e.

Wezîra Alîkarî û Pêşxistina Aborî ya Almanyayê Reem A. Radovan îro (Yekşem, 11.01.2026) di postekê de li ser tora civakî ya Facebookê nivîsî: "Em êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê şermezar dikin.”

Wezîra Alîkarî û Pêşxistina Aborî ya Almanyayê tekez jî kir ku, tenahî li Sûriyeyê tenê bi rêya bidawîkirina tundûtûjiyê û gihîştina çareseriyeka siyasî bi rêya diyalogê tê bidestxistin, ne bi rêya bikaranîna tundûtûjî û çewsandina netewe û pêkhateyan.

Reem A. Radovan amaje jî da ku, parastina sivîlan û pêkhateyan li Sûriyeyê ne mijara danûstandinê ye, belkî divê hemî pêkhateyan bêyî cudakarî, tundûtûjî û paşguhxistin mafê xwebirêvebirinê hebe.

Wezîra Alîkarî û Pêşxistina Aborî ya Almanyayê tekez jî kir ku, berpirsiyariya Hikûmeta Sûriyeya Erebî ye ku tavilê dawiyê li vê tundûtûjiyê bîne û mafên hemî texên şêniyan misoger bike.

Wezîra navbirî amaje jî da: "Tenahiya berdewam li Sûriyeyê tenê bi rawestandina tundûtûjiyê, parastina hemî pêkhateyan û gihîştina çareseriyeka siyasî bi rêya diyalogê dikare bê bidestxistin."

Reem A. Radovan herwesa got: "Heke hemî pêkhateyên neteweyî û olî yên Sûriyeyê nikarin di azadî û silametî bijîn, herwesa mafê xwebirêvebirinê bêyî vederkirin, cudakarî û tundûtûjiyê pê neyê dan, Sûriyeyê dê tu pêşerojek nebe."