Sal bi sal geştiyar zêdetir serdana Akrê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Qezaya Akrê ya ku bi xwezaya xwe ya balkêş û cihên xwe yên dîrokî tê naskirin, di sala 2025an de mêvandariya nêzî nîv milyon geştiyar kir. Ev amar nîşan dide ku herêm sal bi sal di warê geştiyariyê de geştir dibe.

Li gorî amarên Rêveberiya Geştiyariya Akrê, di sala 2025an de 496 hezar û 233 geştiyar serdana navçeyê kirine. Ev rêje li gorî sala 2024an, ku 447 hezar û 800 geştiyar hatibûn, zêdebûneke berçav nîşan dide.

Xwediyê projeyeke geştiyariyê li Akrê, Piştîwan Namiq ji Kurdistan24ê re diyar kir, ew wek nîşaneya mêvanperweriyê, geştiyaran bi gul û şîrîniyan pêşvazî dikin. 

Herwiha Namiq destnîşan kir ku bi piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û peydakirina hêsankariyan, hejmara geştiyaran zêde bûye, lê daxwaz kir ku ji bo xizmetguzariyên mîna rê û avahiyan piştgiriyeke hîn zêdetir were dayîn.

Rêvebera Geştiyariya Akrê Nermîn Selîm jî kêfxweşiya xwe bi zêdebûna hejmara geştiyaran anî ziman û got: "Ev zêdebûn cihê şanaziyê ye, lê hîn ne di asta daxwazên me de ye. Inşallah em ê di salên bê de kêmasiyên heyî çareser bikin." 

Nermîn Selîm herwiha aşkere kir, niha çend projeyên nû di bin çêkirinê de ne ku dê di paşerojê de bandoreke erênî li ser geştiyariya herêmê bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke taybet dide sektora geştiyariyê û plan dike ku hejmara geştiyarên salane bigihîne 20 milyonî. Di vê çarçoveyê de, li gelek deverên Herêmê û bi taybetî li Akrê, xebatên ji bo berfirehkirina cihên geştiyariyê û baştirkirina xizmetguzariyan berdewam dikin.