Li Kirmanşanê penceşêra daran gefan li daristanên Ciwanroyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Belavbûna nexweşiya Lorantusê li daristanên binarê Şahoyî û deverên Şiwankare û Qûrîqelayê bûye gefa hişkbûnê li ser bi hezaran darberû û darmazûyan, di demekê de ku çalakvanên jîngehê dest bi kezaxtina tayên tûşbûyî kiriye û hişyariyê li ser birrîna daran û guhertina wan bo zeviyên çandinê didin.
Daristanên binarê Şahoyî û deverên Şiwankare û Qûrîqelayê li parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê rûbirûyî metirsiyeke cidî ya jinavçûnê bûne. Belavbûna afeta Lorantusê, ku di nav xelkê de wekî "dûkêç" yan "penceşêra daran" tê naskirin, bûye gefa hişkbûnê li ser bi hezaran darberû û darmazûyan.
Ev nexweşiya mişexor bi lez bi rêya balindeyan ji darekê bo dareke din tê veguhastin. Ji bo rêgirtina li zêdebûna wê penceşêrê û parastina xwezaya deverê, komek ji jîngehparêz û xwebexşên Rojhilatê Kurdistanê kempeyneka kezaxtin û şewitandina tayên tûşbûyî daye destpêkirin û daxwazê ji welatiyan û aliyên peywendîdar dike ku bi lez di hewara daristanan biçin.
Endamên Komeleya Jîngehparêzên Zagrosê û jîngehparêzên bajarên Kamyaran, Rewanser û Ciwanroyê xwe gihandiye binarê Şahoyî, daku bi kezaxtina darmazû û darberûyan rêyê li ber zêdebûna penceşêra daran bigirin.
Nexweşiya Lorantusê yan dûkêçê ji qurmên daran derdikeve, û bi rêya balindeyan tê veguhastin. Yekane rêya çareseriyê birîna 10 heta 15 santîmetran ji wî aliyê cihê tûşbûyî wêdetir e.
Ligel penceşêra daran, ew jîngehparêz hişyariyê didin ku bi hezaran darberû tên birrîn û cihê wan ji bo zeviyên çandinê tê guhertin, lewma ji aliyên peywendîdar, çiyager û welatiyan daxwaza hewarhatinê dikin daku daristan ji nav neçin.