Enstîtuya Biryara Kurdistanê: Biryarên yekalî yên Bexdayê binpêkirineke eşkere ya destûrê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Enstîtuya Biryara Kurdistanê di yadnameyeke destûrî ya 14 rûpelî de bersiva fermanên Serokwezîrê Iraqê û biryara şîrovekirinê ya Dadgeha Bilind a Federal da û daxwaza rawestandina demildest a biryarên yekalî kir.
Di yadnameya ku îro Şemiyê (28ê Mijdara 2026an) hatiye belavkirin de, enstîtuyê ji Dadgeha Federal xwest ku ji derbaskirina deqa destûrê paşve vegere û tekezî li ser cîbicîkirina Madeya 140î kir. Enstîtuyê zelal kir ku nerazîbûna wan ne li dijî rêgirtina li qaçaxçîtiya petrolê an desthilatên federal e, lê li dijî derxistina biryarên hestiyar e ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ve, bêyî vegera ji bo Encûmena Wezîran û her wiha li dijî xwendina bijartî ya destûrê ye.
Li gorî yadnameyê, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî di 24ê Mijdarê de bi rêya berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar çendîn biryar derxistin; ji wan yekdestkirina hinardekirina petrolê ji bo Wezareta Petrolê, radestkirina deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, birêvebirina kêlgehan û bicihkirina polîsên enerjiyê, girtina deriyên nefermî û rêyên axî yên li gel Kerkûk, Neynewa, Diyala û Selahedînê, danîna taqîgehan li xalên kontrolê, veguhastina kargehên qîr û neftayê di maweyê şeş mehan de û dûrxistina çend berpirsên sînorî û ewlehiyê.
Roja din (25ê Mijdarê) jî Dadgeha Bilind a Federal bi piraniya dengan û dijberiya du endaman, biryara şîrovekirinê ya hejmar 268 di heft xalan de derbarê sînor, derî, petrol û gaz, dahatên nepetrolî û desthilatên Herêmê de derxist.
Enstîtuyê tekez kir ku li gorî Madeyên 78 û 80yî yên destûrê, serokwezîr nikare biryarên siyaseta giştî, petrol û deriyan bi tenê û bi daxuyaniyên leşkerî derxe û bikaranîna kanala leşkerî ji bo biryarên aborî binpêkirina Madeya 9em e. Her wiha çar rexne li Dadgeha Federal girtin: mijar nakokiyeke di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû ku diviyabû wekî dozeke nakokiyê bihata dîtin ne şîrovekirin; biryar di 24 demjimêran de bêyî guhdarîkirina nêrîn û berevaniya Hikûmeta Herêmê hatiye dayîn; behsa destûrîbûna fermanên 24ê Mijdarê nekiriye û hebûna du dengên nerazî jî nîşan dide ku ev ne tekane xwendina destûrî ye.
Di şîrovekirina xalên hestiyar de hat diyarkirin ku dadgehê di veguhestina deqa Madeya 112an de hevoka pişka taybet a ji bo herêmên ku ji tawanên rejîma berê zirar dîtine (mafê qerebûya Enfal û kîmyabarana Helebceyê) jê biriye. Her wiha hat bibîrxistin ku destûr birêvebirina hevbeş a petrolê diyar kiriye û nebûna yasaya petrol û gazê rê nade Wezareta Petrolê cihê Herêmê bigire.
Li ser budceya 2027an jî hat diyarkirin ku pişka Herêmê ji bo %12,7 hatiye kêmkirin, tevî ku li gorî serjimêriya 2024an ev rêje %14,14 e û budceya Pêşmerge û qerebûyan nehatiye xerckirin.
Enstîtuyê girêdana sînorê Herêma Kurdistanê bi xeta berî 19ê Adara 2003an ve wekî beşa herî metirsîdar bi pênc belgeyan red kir û biryara 2019an a heman dadgehê ya li ser berdewambûna Madeya 140î bi bîr xist. Hişyarî jî da ku fermanan çar mafên destûrî yên welatiyan binpê kirine: azadiya veguhastina kelûpelan, mafê milkê taybet û veberhênanê, azadiya hatûçûna gundî û cotkaran û nenavendiya îdarî li Kerkûk, Neynewa, Diyala û Selahedînê.
Di dawiyê de, Enstîtuya Biryara Kurdistanê daxwaza rawestandina fermanên serokwezîr, paşvekişîna dadgehê, çavdêriya parlamentoyê, cîbicîkirina Madeya 140î heta referandumê û derxistina yasayên Dadgeha Federal (bi misogerkirina mafê vetoyê ji bo Herêmê), Encûmena Federal, Petrol û Gazê bi lihevkirin û yasaya Gumrikan kir û hişyarî da ku sepandina navendîbûnê bingehên dewleta federal a Iraqê dixe metirsiyê.