Li Hewlêrê projeyek bo rêgirtina li lehiyan tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Şaredariya Bineslawayê destpêkirina projeyeka nû ya xizmetkariyan di warê avrê û konkrîtkirina cadeyan de ragihand, herwesa amara kar û çalakiyên sala borî jî pêşkêş kir, ku tê de nêzîkî 5.000 perçeyên erdê li fermanberan hatine belavkirin.

Serokatiya Şaredariya Bineslawayê îro (Duşem, 12.01.2026) di ragihandinekê de eşkere kir: “Ji bo kêmkirina metirsiya lehiyan û rêgirtina li pengiyana ava baranê ya zêde, dest bi bicihanîna projeyeka avrêyên û konkirîtkirina wê li wê deverê hat kirin.”

Çavkaniya navbirî amaje jî da ku, ev proje li ser budceya awarte ya lezgîn ji bo rêgirtina li lehiyan li parêzgeha Hewlêrê tê bicîhanîn û ji danana avrêyên boriyên yên konkirîtî yên şîşdar bi tîreya 60 cm û dirêjahiya 200 metreyan pêk tê, tevî danana boriya pola esîlînê bi tîreya 40 cm û dirêjahiya 140 metreyan. Herwesa çêkirina şeş menholan bi pîvana 1.2 metreyan û konkirîtkirina cadeyan di sînorê wê projeyê de jî pareka xebatan e, ku hejmareka mezin a malan dê feydeyî jê bibîne.

Di derheqa amarên Şaredariya Bineslawayê yên sala 2025ê de jî, bi tevahî bihayê hejmara projeyên ku hatine bicîhanîn gihîştiye 1 milyar û 831 milyon dînaran. Projeyên herî berçav jî çêkirina aliyekê cadeyê û nûjenkirina aliyê duyê li nêzîkî Navenda Lawan û sûka sereke bi bihayê 1 milyar û 680 milyon dînaran, tevî çêkirina cadeyan li deverên bazirganî bi bihayê 87 milyon dînaran. 15 milyon dînar ji bo danana blokan li taxa Geresorê û 15 milyon dînarên din jî ji bo konkirîtkirina cadeyan li çend taxan terxankirî.

Ji aliyekê din ve û di warê jîngeh û xweşiktiyê de, 17 milyon dînar ji bo çandina daran û keskkirina giravên navendî hatine xerckirin, û 7 milyon dînar jî ji bo tabloya (Ez ji Bineslawayê hez dikim) û alaya Kurdistanê hatine xerckirin. Herwesa wekî amadekarî ji bo demsala zivistanê, pêvajoya paqijkirina rêyên avê û nûjenkirina avrêyan bi bihayê 10 milyon dînaran hatiye bicîhanîn.