Kurdistan24ê xelateka cîhanî wergirt
Kurdistan24ê ligel medyayên cîhanî Cama Super a Spasnyayê romal kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber ku li Erebistana Siûdî romaleka mezin ji bo Cama Super a Spanyayê kir, Peyamnêrê Kurdistan24ê Şukir Mihemed xelateka taybet ji aliyê Federasyona Futbolê ya Spanyayê ve wergirt.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Şukir Mihemed li bajarê Cedeyê yê Erebistana Siûdî li gel medyayên cîhanî Cama Super a Spanyayê romal kir.
Ji ber ku wî bi awayekê profesyonel ew qehremanî romal kir, piştî yariya dawiyê ya Cama Super a Spanyayê bi awayekê rasterast ji aliyê Federasyona Futbolê ya Spanyayê û Wezareta Sporê ya Erebidtana Siûdî ve hat xelatkirin.
Şukir Mihemed şandiye Kurdistan24ê ye ji bo qehremaniyên cîhanê û ji aliyê FIFA û UEFA ve destûriya romalkirina qehremaniyan wergirtiye.
Ew herwesa endamê tîma rojnamevanên Medrîdê ye û ji bo romalkirina qehremaniyan destûr ji encûmena La Ligayê wergirtiye ku, romala qehremaniyan bike û bigihîje tevaya stêrkên cîhanê.