Mala Kurdistanê li Davosê dibe platforma diyalogê û hevpara aborî ya cîhanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Mala Kurdistanê di çarçoveya Gera 56ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosa Swîsrayê de dê careka din deriyên xwe ji bo tevlîbûyî û mêvanan veke.

 

Platformek ji bo nîşandana Kurdistanê

Mala Kurdistanê ji bo cara yekê di Korbenda Davosê ya sala 2024ê de ji hêla Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat vekirin. Ew wekî platformeka taybet kar dike da ku şiyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî ji cîhana derve re nîşan bide.

Armanca sereke ya vê malê vekirina deriyekî ji bo nîşandana potansiyela Herêma Kurdistanê wekî navendekê ji bo veberhênan û dahênanê ye, herwesa pêşxistina derfetan ji bo hevkariyên cîhanî û pêşveçûna aborî.

 

Nerîn û armanc

Nerîna Mala Kurdistanê avakirina Kurdistaneka bihêz û pêşkeftî ye, ku tevlîbûneka çalak di tenahiya deverê û pêşkeftina cîhanê de bike. Ev mal pabendî têgihîştin, pir-nerînî û vedîtina çareseriyan ji bo wan astengan e yên ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê, deverê û cîhanê dibin. Armanca vê pêşengiyê teşwîqkirina hevkariyê û çêkirina guhertinên erênî bi rêya diyaloga armancdar û lihevguhertina dîtin û nerînan e.

 

Çalakiyên Mala Kurdistanê li Davosê

Di dema Korbenda Aborî ya Cîhanî ya 2026ê de, Mala Kurdistanê dê her roj pêşwaziya mêvan û kesên tevlîbûyî bike. Deriyê wê dê ji bo nîqaşên bikêr û lihevguhertina dîtin û nêrînan li ser derfet û astengên deverê û cîhanê vekirî be, ev jî tevî pêşkêşkirina mêvandariya Kurdewarî û “Çaya Kurdî”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê îsal li Mala Kurdistanê li Davosê çend hevdîtin û civînên girîng bi rêber, berpirsên payebilind ên welatan, xwediyên karan û aborînasên cîhanê re bike.

Şandeka berfireh a sektora taybet û veberhênerên Herêma Kurdistanê jî dê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî wê çalakiya cîhanî bibin, ku ev jî derfeteka girîng e ji bo çêkirina têkiliyên rasterast bi veberhênerên biyanî re û teşwîqkirina wan e ji bo veberhênanê di sektorên cuda cuda yên wekî pîşesazî û çandiniyê de li Herêma Kurdistanê.