Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Kuwêtê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Kuwêtê re tekezî li ser pêşxistina têkiliyên dualî di warên veberhênan û lihevguhertinên bazirganiyê de kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 22.01.2026) di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de bi Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Kuwêtê Xelîfe Ebdula Ecîl re civiya.

Di wê civînê de, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyên dualî di warên veberhênan û lihevguhertinên bazirganiyê de kir.