Mezlûm Ebdî li Şamê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî taybet ji Rêveberiya Xweser ji Kurdistan24ê re ragihand, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî niha li Şamê ye û dê ligel Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şere’ bicive.
Li gorî agahiyan, biryar bû ev hevdîtin duh 18ê Çileyê li Şamê pêk bihata, lê belê ji ber xirabiya rewşa keşûhewayê (hewayê) û astengiyên çûnûhatinê, civîn ji bo îro hatibû paşxistin.
Ev hevdîtin piştî daxuyaniya duh a Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera tê. Şera ragihandibû, di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSD’ê de rêkeftineke nû pêk hatiye. Di encama vê rêkeftinê de, hêzên HSD’ê ji hemû sînorên îdarî yên parêzgehên Dêrezor û Reqayê vekişiyan.
Bi cihbirina vê peymanê re, hebûna leşkerî ya HSD’ê niha bi tenê li parêzgeha Hesekê û bajarê Kobanê maye.
Tê çaverêkirin ku Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera di civîna îro de hûrguliyên qonaxa nû, ewlehiya herêmên ku HSD jê vekişiyaye û pêgeha saziyên Rêveberiya Xweser di sîstema nû ya Sûriyeyê de gotûbêj bikin.
Ev serdana Mezlûm Ebdî ya bo Şamê wekî destpêka qonaxeke nû ya siyasî li Sûriyeyê tê nirxandin ku tê de aliyên Kurdî û desthilata nû ya li Şamê hewl didin bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.