Trump ji Şera re: Pêwîst e mafên Kurdan werin misogerkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera peywendiyeke telefonî pêk anîn; di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser misogerkirina mafên gelê Kurd li hev kirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Serokatiya Komara Sûriyeyê, Ehmed Şera û Donald Trump îro 19ê Çileyê bi rêya telefonê guftûgo kirin. Di vê peywendiyê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û hewildanên ji bo misogerkirina aramiya herêmî hatin nirxandin.

Yek ji xalên herî girîng ên vê peywendiyê, babetê mafên Kurdan bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan tekezî li ser "pêwîstiya misogerkirina mafan û parastina gelê Kurd di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de" kirine. 

Ehmed Şera û Donald Trump di peywendiya xwe de bal kişandin ser giringiya parastina yekparçebûna xaka Sûriyeyê û serxwebûna welat. Her du serokan piştgiriya xwe ji bo hemû hewildanên ku xizmeta aramiyê dikin nîşan da.

Her wiha, her du aliyan li ser berdewamkirina hevkariyê di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de li hev kirin, da ku dawî li hemû gefên terorê were anîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Trump û Şera daxwaza xwe ya ji bo nêrîneke hevbeş a ber bi Sûriyeyeke bi hêz û yekgirtî ve anîne ziman; Sûriyeyek ku bikaribe li hemberî astengiyên herêmî û navneteweyî bisekine.

Di dawiya peywendiyê de, hat gotin ku ev guftûgo derfeteke nû dide Sûriyeyê da ku ber bi siberojeke baştir ve gavan biavêje û peywendiyên xwe yên navdewletî di qonaxeke nû de ava bike.