Mesrûr Barzanî: Armanca me misogerkirina piştevaniya navdewletî ye ji bo gelê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi fermî "Mala Kurdistanê" li bajarê Davosê yê Swîsreyê vekir û di gotara xwe de nexşerêya hikûmeta xwe ya ji bo xurtkirina têkiliyên aborî û siyasî ligel cîhanê eşkere kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19ê Çileyê di merasîma vekirina "Mala Kurdistanê" de gotarek pêşkêş kir. Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da ku şandeya Herêma Kurdistanê careke din di Korbenda Aborî ya Cîhanê de amade ye û destnîşan kir ku ev navend dê di rojên pêş de bibe rawestgeheke giring a dîplomasiyê.
Serokwezîr bal kişand ser giringiya Korbenda Davosê wekî platformeke herî bilind a cîhanê ku biryarderên siyasî û serkirdeyên aborî lê dicivin. Mesrûr Barzanî wiha got: "Ev korbend ji bo me derfeteke zêrîn e da ku em li ser astengî û derfetan nêrînên xwe parve bikin. Her wiha sîwanek e ku em tê de têkiliyên xwe yên siyasî û aborî pêş bixin."
Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de behsa giringiya beşdarbûna şandeya bazirganî û kerta taybet a herêmê kir û ragihand, ev amadebûn derfetê dide veberhênerên Kurd ku rûbirû ligel hevpîşeyên xwe yên cîhanî biaxivin û pira têkiliyan ava bikin da ku deriyên Kurdistanê zêdetir li ber sermayeya biyanî werin vekirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha spasiya hemû bazirgan û sponsorên ku piştgiriya "Mala Kurdistanê" kirine kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi geşbînî behsa mezinbûna şandeya Herêma Kurdistanê ya îsal kir û got: "Bi dilxweşî îsal hejmara beşdarên me gelekî mezin e û ev nîşana geşepêdanê ye. Dibe ku ji bo sala bê pêdiviya me bi cîhekî mezintir hebe da ku em karibin hemû mêvanên xwe bihewînin."
Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de hêvî nîşan da ku di nava rojên korbendê de, bi rêya hevdîtinên ligel serkirdeyên cîhanê, karibin "wêneya rastîn a rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê" nîşanî cîhanê bidin, da ku piştevaniyeke navneteweyî ya xurtir ji bo gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê mîsoger bikin.