Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Veberhênan û Bazirganiya Derve yê Misirê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Davosê bi Wezîrê Veberhênan û Bazirganiya Derve yê Misirê re civiya û pê re tekez li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misirê de kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 20.01.2026) li Davosê bi Wezîrê Veberhênan û Bazirganiya Derve yê Misirê Hesen Xetîb re civiya.
Di wê civînê de, tekez li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Misirê de hat kirin, herwesa behsa serdana vê dawiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Qahîreyê û danûstandinên wî bi Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re jî hat kirin.
Her du alî li ser xurtkirina têkiliyên dualî di warê veberhênan û lihevguhertina bazirganiyê hevnerîn bûn. Di vî warî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje da îmzakirina peymanekê, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê dawiyê di çarçoveya projeya Ronakiyê de bi şîrketa Îskramîkoyê ya Misirî re îmze kiriye, ji bo dabînkirina pîverên elektrîkê yên jîr.