Îmaratê soza berdewamiya piştgiriya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîrên Îmaratê re civiya û pê re tekezî li ser girîngiya wergirtina feydeyî ji ezmûna Îmaratê ji bo pêşxistina sektora îdarî û şiyanên mirovî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 21.01.2026) di çarçoveya karên Korbenda Davosê de li Swîsrayê bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîrên Îmaratê Mihemed Ebdila Qerqawî re civiya.
Di wê civînê de nîqaş li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Hewlêr û Ebûzebiyê de hatin kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê asta têkilî, alîkarî û piştgiriyên berdewam ên Îmaratê da, xasma jî bizavên wê yên di warên fêrkirin, pêşxistina şiyanên mirovî û nûkirina sîstema îdarî de di dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
Mesrûr Barzanî di wê civînê de peyama xwe ya spasî û rêz û hurmetên xwe pêşkêşî Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan û Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm kir, ji ber wê piştgiriya berdewam a ku ew pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin.
Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîrên Îmaratê jî ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe bi wê hevdîtinê diyar kir û amadebûna welatê xwe ji bo berdewamkirina wê hevahengiyê û pêşkêşkirina alîkariyên pêdivî di warên cuda cuda de ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, bi armanca zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî, nîşan da.