Nemsa: Hevahengiya me bi Kurdistanê re di pirsa koçberiyê de nimûneyeka serketî ye

Mesrûr Barzanî û Christian Stocker
Mesrûr Barzanî û Christian Stocker

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Komara Nemsayê pesna rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide û wekî hevpareka çalak û bawerê di pirsa koçberiyê û parastina ewlehiyê de binav kir. Herwesa pabendbûna xwe ji bo pêşxistina têkiliyên aborî û ewlehiyê bi Herêma Kurdistanê re jî tekez kir.

Şêwirmendê Komara Nemsayê Christian Stocker piştî ku li Davosê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya, peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê belav kir.

Navbirî tekez jî kir: Ji bo biserxistina siyaseteka bibandor a koçberiyê, hebûna hevparên bawerê girîng e. Di wê çarçoveyê de jî, wî amaje da ku hevahengiya wan bi Herêma Kurdistanê re nimûneyeka xurt û zindî ya hevpariyên wesa yên serketî ye, xasma jî di mijarên vegerandin û wergirtina koçberan de.

Şêwirmendê Komara Nemsayê amaje jî da ku, Nemsa girîngiyeka mezin dide wê hevkariya avaker û bawerê ya ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye.

Christian Stocker di pareka din a peyama xwe de spasî û rêzên taybetî pêşkêşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin, ji ber wê hevkariya berhemdar a ku di navbera her du welatan de heye.

Navbirî herwesa pabendbûna bi temamî ya welatê xwe ji bo pêşxistina hevpariyeka stratejîk, ku sektorên girîng ên wekî birêvebirina koçberî, ewlehî û pêşxistina aborî vedigire, tekez kir.