Şahzadeyê Urdinê silav û rêzên Şah Ebdulayê Duyê gihandin Mesrûr Barzanî
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 22.01.2026) li Davosê bi Şahzadeyê Urdinê El-Huseyn bin Ebdula re civiya.
Di wê civînê de tekezî li ser zêdetir pêşxistina têkiliyên dostane û taybetî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de hat kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a Şahnişîna Urdinê û Şah Ebdulayê Duyê diyar kirin.
Şahzadeyê Urdinê silav û rêzên Şah Ebdulayê duyê gihandin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û amadebûna welatê xwe bi tevahî ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê nîşan da.
Rewşa giştî ya Iraqê, bizavên avakirina hikûmeta nû, pêşhatên rewşa Sûriyeyê û girîngiya berdewamiya agirbestê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya hevfêmkirin û danûstandinan jî mijarên pareka din a wê hevdîtinên bûn.