Lûtkeya Davosê 2026.. Mesrûr Barzanî nexşerêya aborî û dîplomasî ya Kurdistanê li cîhanê bihêztir dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nava pênc rojan de li bajarê Davos ê Swîsreyê, bi rêya zincîre hevdîtinên asta bilind û vekirina "Mala Kurdistanê", peyamên aştiyê, çaksaziya aborî û amadehiya Herêmê bo weberhênana biyanî gihand navendên biryardar ên cîhanê.

Mala Kurdistanê bû navenda dîplomasiyê

56’emîn Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê roja 19ê Çileya 2026an, bi beşdariya serok û lîderên cîhanê dest pê kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di roja yekem de "Mala Kurdistanê" wekî platformeke stratejîk ji bo naskirina şiyana Herêmê vekir. Barzanî di gotara vekirinê de diyar kir ku ev navend dê bibe "pireke bihêz ji bo peywendiyên stratejîk û pêşwazîkirina weberhênerên cîhanî." 

Zincîre hevdîtinên siyasî û aborî

Di roja duyem a lûtkeyê de (20ê Çileyê), Mesrûr Barzanî ligel Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev civiya. Aliyev amadehiya welatê xwe ji bo vekirina Konsulxaneya li Hewlêrê nîşan da. 

Her wiha ligel Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê, Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Welatên Kendavê û Serokkomarê Ermenistanê hevdîtin pêk hatin.

Di van civînan de li ser avakirina kabîneya nû ya Iraqê, parastina mafên kêmneteweyan û bihêzkirina bazirganiyê hat sekinandin. Her wiha Mesrûr Barzanî ligel şêwirmendê Nemsayê di şerê dijî DAIŞ’ê de û ligel Komseryarê UNHCRê yê Neteweyên Yekgirtî Berhem Salih jî li ser rewşa penaberan axivî.

Doza Rojavayê Kurdistanê û ewlehiya herêmê

Roja Çarşemê, 21ê Çileyê, mijara Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bû tewera sereke ya civînên Serokwezîr. Mesrûr Barzanî ligel Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê û şandeya Behreynê rûnişt. 

Mesrûr Barzanî bi tundî tekez kir, divê rûbirûbûnên leşkerî bi dawî bibin û rêz li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Sûriyê were girtin.

Di roja çarem de (22ê Çileyê), Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kir. Wezîrê Fransî silavên taybet ên Serokkomar Macron gihandin Barzanî û her du aliyan li ser giringiya agirbesta li Sûriyê û parastina aramiya herêmê hevray bûn. 

Her wiha Serokwezîr Barzanî ligel Welîehdê Şahê Urdinê û Wezîrê Bazirganiyê yê Kuweytê civînên giring pêk anîn.

Peyama dawî: "Kurdistan bi hevkariyên bihêztir ji Davosê vedigere"

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di roja dawî de (23ê Çileya 2026an), bi peyamekê encamên serdana xwe kurt kir. Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê bi hevkariyên navdewletî yên bihêztir Davosê bi cih dihêle.

Barzanî destnîşan kir ku stratejiya kabîneya wî li ser van sê xalan e, diyalog li şûna şer, çespandina mafan li şûna piştguhxistinê û pêşxistina weberhênanê ji bo avakirina jêrxaneke aborî ya bihêz.

Tevgera Serokwezîr li Davosê careke din nîşan da ku Herêma Kurdistanê di qada dîplomasiya cîhanî de aktorekî giring e û ji bo parastina mafên Kurdan li her deverê di nava hewildanên berdewam de ye.