Parêzgeriya Diyarbekirê mîtînga Bo Abdullah Ocalan qedexe kir

Diyarbekir (K24) – Parêzgeriya Diyarbekir ragihand, bo tevahiya Diyarbekirê di navbera 23ê û 26ê Çileyê de, biryara qedexekirina çalakî û xwepêşandanan hatiye dayîn.

Ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat ragihandin, bo tevahiya Diyarbekirê qedexeya çalakî û xwepêşandanan hatiye ragihandin. Li gorî daxuyaniya Parêzgeriya Diyarbekirê, qedexe îro 23ê Çileyê de dest pê dike û heta 26ê Çileyê dê berdewam be.

 Di daxuyaniyê de tê amajekirin, armanca qedexeyê parastina ewlekariya bajêr e û bo çalakiyên wek kombûn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, danîna standan, vedana konan, belavkirina belavokên destan dê rê newe dayîn. Her wiha di daxuyaniyê de bal tê kêşan ku bo kesên bixwazin beşdarî mîtînga 25ê Çileyê bibin jî dê rê newe dayîn ku ji navçeyan derbikevin an jî bikevin nav bajêr.

Ev daxuyanî di demekê de têm Platforma Saziyên Demokratîk ragihandibû, ew ê 25ê Çileyê mîtîngekê li Qada Îstasyonê bo Abdullah Ocalan lidar bixin.

Çalakiya bi navê “Mîtînga Hêvî û Azadiyê” ya dihat xwestin bo Abdullah Ocalan were li darxistin, dê 4ê Çileyê de bihata li darxistin, lê ji ber barîna berfê bo 25ê Çileyê hatibû paşxistin. 

Dema biryara lidarxistin mîtîngê hatibû ragihandin, Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî piştgiriya xwe bo lidarxistin mîtîngê nîşan dabû.