HSDê li ser tevgereka nexwestî ronkirinek belav kir

HSD: Nirxên exlaqî xetên sor in

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de îro (Şemî, 24.01.2026) ragihand: Serkirdetiya Giştî ya hêzên me bi hûrî çavdêriya wan nûçe û wêneyên vê dawiyê kir, ku tê de şervanek di dema wênegirtinê de li kêleka termê çekdarên aliyê din tê dîtin; ev jî di dema bersivdana êrîşeka komên çekdar ên girêdayî Şamê ji bo ser gundê Xirusê li başûrê Kobaniyê de ye.

Navenda Ragihandinê ya HSDê herwesa got: Ji ber pabendbûna me bi nirxên leşkerî, mirovî û exlaqî, em radigihînin ku; ew şervan tavilê ji nav refên hêzên me hatiye derxistin.

Navenda navbirî Herwesa ew ji dadgeheke leşkerî re hatiye şandin da ku rêkarên qanûnî yên pêdivî li beranberî wî bên wergirtin.

Her wê çavkaniyê amaje jî da: Em tekezê dikin ku ev tevgereka kitekesî û veder e û bi tu rengan nûerîtiya bingehên hêzên me nake. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) her gav bi rêzgirtina li pîverên mirovî û parastina rûmeta miriyan tên nasîn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê li dawiyê jî ragihand: Em tekez dikin ku em dê pabendî bicihanîna erkên xwe bin, li gorî wan nirxên bilind ên ku hêzên me li ser hatine damezrandin.