Pasdar: Tu peywendiya me bi êrîşa li ser Siûdiyê re nîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku, tu peywendiya Îranê bi wê êrîşa bi dronan re nîne ya ku li ser axa Erebistana Siûdî hatiye kirin.

Navenda Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê di daxuyaniyekê de, ku îro (Yekşem, 15ê Adara 2026ê) hatiye weşandin, got: Hikûmeta Siûdî ragihandiye ku Riyad û devera rojhilata wî welatî rûbirûyî 10 êrîşên bi dronan bûye û hêzên wê ew dron êxistine.

Artêşa Pasdaran di wê daxuyaniyê de tekez jî kir: Tu peywendiya Komara Îslamî ya Îranê bi wê êrîşê re nîne. Herwesa bang li Hikûmeta Erebistana Siûdî kiriye ku ji bo eşkerekirina çavkaniya wê êrîşê kar bike.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî Turkî Malikî pêştir ji rojnameya fermî ya welatê xwe re ragihandibû: Me 10 dron li Riyadê û devera rojhilatê êxistine. Amaje jî dabû: Hêzên me yên berevaniya asmanî jî şevêdî şeş mûşekên balîstîk êxistine, ku ber bi parêzgeha Xercê ve hatibûn avêtin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.