Tehsîn Xefacî: Malbatên şehîdan û Pêşmergeyên birîndar tên qerebûkirin

Tehsîn Xefacî
Tehsîn Xefacî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand ku, bi fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar, biryara xerckirina pereyê rêzgirtinê ji bo şehîd û birîndarên hêzên ewlehiyê yên Iraqê tevî hêzên Pêşmergeyan hat dayîn.

Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê Tehsîn Xefacî ji Kurdistan24ê re got: Li gorî wê biryarê, pênc milyon dînar wek rêzgirtin bi her Pêşmergeyekê ku di aloziyên vê dawiyê de birîndar bûye tên dayîn, herwesa ji bo malbata her şehîdekî jî 10 milyon dînar hatine terxankirin.

Xefacî li ser şertên xerckirina wan pereyan tekez kir ku, divê navên wan şehîd û birîndaran, ên di pevçûnên vê dawiyê de şehîd an jî birîndar bûne, ji hêla Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bên piştrastkirin.

Navbirî herwesa ragihand ku, ew niha li benda wê yekê ne ku Wezareta Pêşmerge lîsteyan bi rengekî fermî bişîne, da ku dest bi rêkarên îdarî û darayî yên xerckirina wî pereyî bê kirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.