ENKSê bizavên Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê bilind nirxandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) tekez li ser çareseriya aştiyane li Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand ku, pêşengiyên Serok Barzanî tenahî ji bo Rojavayê Kurdistanê vegerand.

Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif îro (Duşem, 26.01.2026) ragihand ku, tekez li ser bicihanîna peymana 18ê vê mehê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de û rewşa Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Feysel Yûsif herwesa got: Pêşengiyên Serok Barzanî û bizavên navneteweyî û herêmî rewşeka aram li Rojavayê Kurdistanê bi xwe re aniye û tekez li ser bidawîanîna bi yekcarî ya şer û parastina sivîlan ji êrîşan û pêşîgirtina li awarebûnê kir.

Navbirî herwesa rola Serok Barzanî di yekkirina aliyên siyasî yên Kurdî û misogerkirina mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de bilind nirxand û got ku, roleka "gelek girîng û bibandor bû ji destpêka hilweşîna rejma berê heta niha”.

Ev jî di demekê de ye ku, Serok Barzanî her ji roja yekê ve ji bo çareserkirin wan şer û aloziyên ku li Rojavayê Kurdistanê diqewimin li ser xetê ye, civîn û serdan û peywendiyên telefonî ji bo çareserkirina wan aloziyan bi serok û rêberên deverê û cîhanê re dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê bizav kir ku, tevî xurtkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîhanê re di warê aborî de, rastiyên Rojavayê Kurdistanê jî bigihîne serok û rêberên cîhanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe bizavê ji bo çareserkirina wan aloiyan dike û civîn û peywedniyên telefonî bi serkirdeyan re dike.