Şêrwan Duberdanî: Projeqanûna budceyê tijî mînên çandî ye bo Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterekî Kurd li Parlamentoya Îraqê eşkere dike ku projeqanûna budceyê tijî mînên çandî ye bo Herêma Kurdistanê û daxwaz dike ku parlamenterên Kurd bi hev re rûbirûyî metirsiyan bibin.
Parlamenterê Kurd ji Fraksiyona PDKê ya Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Projeqanûna budceyê karesat e û ti mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tê de li ber çav nehatiye wergirtin, herwesa li ser bingeha encamên serhejmêriya şêniyan nehatiye danîn."
Wî Parlamenterê Fraksiyona PDKê tekez jî kir ku di nav wê projeqanûnê de bi dehan mînên çandî bo Herêma Kurdistanê hatine danîn. Heke bi wî awayî bê pejirandin, bandoreka xirab dê li ser Herêma Kurdistanê hebe.
Di derheqa hûrgiliyên arîşeyan de jî, Şêrwan Duberdanî got: "Danîna şertê 400 hezar bermîlên petrolê yên rojane, dahatê negirêdayî petrolê û qerzên Banka Bazirganî ya Îraqê ji wan astengan in ku di nav wê projeqanûnê de hene."
Li gorî gotina wî parlamenterî, pişka Herêma Kurdistanê bo kêmtir ji %12 hatine daxistin, di demekê de ku divê %14.14 be. Ron jî kir ku nabe budceya Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê 13 trilyon û 800 milyar dînar be û budceya yek wezaretê bi tenê ji pişka Herêma Kurdistanê hemiyê zêdetir be.
Di derheqa şêwazê reftarkirina ligel mûçexuran de, amaje bi wê yekê da: "Nabe kesek li Awustralyayê mûçeyî ji Îraqê werbigire, lê Hikûmeta Îraqê mûçexurên Herêma Kurdistanê ceza bike, di îhtîmala radestnekitina seranserî dahatan de."
Di derheqa helwesta fraksiyonên Kurdistanî de jî, Duberdanî ragihand: "Ti çareserî û mîkanîzmayek ligel hevkariya fraksiyonên Kurdistanî bo rûbirûbûna wan metirsiyan nîne."
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, danûstandin û civînên fraksiyonên Kurdistanî berdewam in û heta niha tevahiya wan li ser redkirina projeqanûna budceya giştî bi vî awayê niha hevnerîn in.