Hêzên Wezareta navxwe ya Sûriyeyê derbasî Kobanê bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya cîbicîkirina xalên rêkeftina giştî ya ku di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de, hêzên polîs û ewlehiya navxweyî yên ser bi hikûmeta Şamê ve, îro 2ê Sibatê derbasî hundirê bajarê Kobanê bûn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kobanê da zanîn, hêzên navxweyî yên Sûriyeyê ku ji 20 wesayît û nêzîkî 100 karmendan pêk dihatin, bi hevahengiya ligel HSDê derbasî navenda bajarê Kobanê bûne.
Peyamnêrê me her wiha da zanîn, rewşa bajarê Kobanê niha aram e û ji dema ragihandina rêkeftinê ve, alozî û şerê li derdora bajêr bi temamî sekinî ye. Her wiha amaje bi wê jî kir, gihandina alîkariyên mirovî ji bo xelkê herêmê berdewam dike.
Kurteya rêkeftina HSD û Şamê
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, roja înê (30ê Çileya 2026an) hûrgiliyên vê rêkeftinê eşkere kiribûn. Ebdî tekez kiribû, ev rêkeftin ji bo parastina milet û rêgirtina li komkujiyan hatiye îmzekirin.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku herçend ev rêkeftin ne di asta hemû daxwazên wan de be jî, lê di vê qonaxê de ji bo parastina destkeftiyan bijardeyeke herî guncav û baş e.
Xalên herî giring ên rêkeftinê ev in:
- Mijara Leşkerî: HSD dibe beşek ji Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekeyên leşkerî li herêmên xwe dimînin.
- Mijara Ewlehiyê: Hêzên Asayîşê dibin beşek ji Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û erkê parastina hundirê bajaran digirin ser xwe. Artêşa Sûriyeyê nakeve hundirê bajar û gundên Kurdî.
- Ziman û Îdare: Perwerdeya bi zimanê Kurdî di dibistan û zanîngehan de bi fermî tê qebûlkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dibin karmendên dewletê û rêveberiya herêmê di destê xelkê herêmê de dimîne.
- Rewşa Kobanê: Dorpêça li ser Kobanê tê rakirin û hêzên leşkerî ji hundirê bajêr ber bi derdora bajêr ve vedikişin.
- Garantorên Navdewletî: Amerîka û Fransa ji hûrgiliyên rêkeftinê agahdar in û wekî garantorên siyasî dimînin.