Rêveberê nû yê Ewlehiya Hesekê: Em ê gav bi gav rêkeftina dualî cîbicî bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derbasbûna hêzên Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê bo bajarê Hesekê, rêveberê nû yê ewlehiyê yê bajêr ragihand, ew ê bi hevahengiya ligel hêzên Asayîşê bi hev re ewlehiya herêmê biparêzin.
Di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de, yekeyên Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê îro 2ê Sibatê derbasî bajarê Hesekê bûn.
Rêveberê nû yê Ewlehiya Hesekê Merwan Elî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, hatina wan beşek e ji rêkeftina her du aliyan û got: "Em ê gav bi gav hemû xalên rêkeftinê cîbicî bikin. Armanca me ya sereke vegerandina asayîş û aramiya herêmê ye."
Merwan Elî derbarê şêwazê karkirina wan a li Hesekê de destnîşan kir, ew ê bi hevahengiya ligel hêzên Asayîşa Navxweyî ya ser bi HSDyê ve, herêmê biparêzin. Di nava çend rojên pêş de, dê her tişt vegere ser rêçika xwe ya rast û aram.
Hevdem, Fermandarê di Asayişê de Siyamend Efrînî piştrast kir, hêzên Wezareta Navxweyî bi hevahengiya wan û li gorî rêkeftinê derbasî bajêr bûne. Wî berpirsî tekez kir ku di dema bicihbûna hêzan de ti alozî û girjî çênebûye.
Ev pêngava li Hesekê piştî wê yekê tê ku nîvroya îro 20 wesayîtên hêzên navxweyî yên hikûmetê derbasî bajarê Kobanê bûbûn. Tê çaverêkirin ku di çarçoveya vê rêkeftinê de, di demeke nêz de hejmareke din a hêzên ewlehiyê derbasî bajarê Qamişloyê jî bibin da ku saziyên îdarî û ewlehî li seranserê herêmê werin yekkirin.