Putin û Trump şerê Îranê û krîza Ukraynayê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê axivîn û tê de rewşa Îranê û Ukraynayê gotûbêj kirin.
Kremlînê îro 9ê Adarê di daxuyaniyekê de aşkere kir, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin peywendiyeke telefonî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump encam daye. Li gorî daxuyaniyê, mijarên sereke yên guftûgoya her du serokan, pevçûnên li Îranê û proseya danûstandinan ji bo gihîştina çareseriyekê di krîza Ukraynayê de bûn.
Di peywendiyê de, Vladimir Putin hin pêşniyar û ramanên dîplomatîk pêşkêşî Trump kirin. Armanca van pêşniyaran dîtina rêyeke bilez û siyasî ye, da ku alozî û pevçûnên girêdayî Îranê bi rêyên dîplomatîk werin çareserkirin.
Ev peywendiya girîng a di navbera Putin û Trump de di demekê de pêk tê, navçe di nava agirê şer de ye. Di 28ê Sibata 2026an de, Amerîka û Îsraîlê êrîşeke asmanî ya berfireh biribûn ser Îranê û di encamê de hin serkirdeyên payebilind ên wî welatî hatibûn kuştin. Îranê jî di demeke kurt de bi mûşekan bersiv dabû û baregehên Amerîkayê yên li navçeyê û hin xalên Îsraîlê kiribûn armanc.