Trump: Şerê li dijî Îranê heta astekê bidawî bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, operasyonên wan ên serbazî yên li dijî Îranê serkeftineke mezin bidest xistine û binesaziya leşkerî ya wî welatî bi temamî hatiye rûxandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 9ê Adarê di hevpeyvînekê de ligel kanala "CBS" a Amerîkî diyar kir, artêşa Amerîkayê pir zûtir ji plana ku hatibû danîn gihîştiye armancên xwe û got: "Ez bawer dikim ku şer heta radeyekê hatiye yekalîkirin û bidawî bûye. Îranê niha ne hêza wê ya deryayî, ne sîstemên wê yên peywendiyê û ne jî hêza wê ya asmanî maye."

Trump bal kişand ser leza serkeftina hêzên Amerîkayê û destnîşan kir ku texmînên destpêkê wekî 4 an 5 hefteyan hatibûn kirin, lê wan di demeke pir kurttir de encam girtine.

Derbarê hilbijartina Mucteba Xamineyî wekî Rêberê Bilind ê nû yê Îranê, Trump bi tundî rexne girtin û anî ziman ku ti peyamek wî ji bo wî nîne. Serokê Amerîkayê eşkere kir, Washington ji bo guhertina sîstema siyasî ya Îranê xwedî plan e û got: "Kesek di mêjiyê min de heye ku şûna Xamineyî bigire," lê navê wî kesî û hûrgiliyên zêdetir eşkere nekirin.

Donald Trump derbarê ewlehiya tengava Hurmizê de, ku bingeha bazirganiya petrola cîhanê ye, ragihand ku niha keştî bêyî pirsgirêk derbas dibin. Trump got: "Em li ser wê yekê difikirin ku bi temamî kontrola tengava Hormuzê bixin bin destê xwe."

Trump herwiha hişyariyeke tund da Tehranê û got: "Wan her çi çek û mûşekên di destê wan de hebûn, teqandin. Lewma baştir e ku hîç nefikirin ti tevgereke şaş an jî macerayekê bikin; ji ber ku heke bikin, ew ê bibe dawiya wî welatî."