Şandeyeka ENKSê bi Şeybanî re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyeka Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi serokatiya Mihemed Îsmaîl bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê re civiya û di wê civînê de, tekez li ser mafên welatiyên Kurd li Sûriyeyê hat kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî îro (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) pêşwaziya şandeyeka Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir.

Mihemed Îsmaîl serokatiya wê şandeya ENKSê kir û di çarçoveya wê hevdîtinê de, tekez li ser yekparçeyî û seqamgiriya ewlehiya navxweyî ya Sûriyeyê û sînorên wê hat kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê herwesa tekez li ser mafên welatiyên Kurd li Sûriyeyê kir, bi awayekî ku mafên hemî welatiyan bên parastin.

Herwesa hat ragihandin ku, wê şandeyê pêşwaziya biryarnameya Serokkomariyê ya Hejmar 13 wekî pêngaveka girîng ji bo bidestxistina mafên xwe kir.

Pêştir Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso ji Kurdistan24ê re ragihandibû ku, Nivîsgeha Wezîrê Derve yê Sûriyeyê peywendî pê re kiribû û daxwaza hevdîtinê bi serokatiya ENKSê re kiribû.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê herwesa got: ENKSê ew vexwendinname ji bo îfadekirina nerînên xwe yên siyasî û daxwazên gelê Kurd li Şamê qebûl kiriye.