Wezareta Pêşmerge: Fermandariya her du deveran Yek û Du bi hev re tên ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge agahiyên nû derbarê birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û avakirina fermandariyên deveran (Yek û Du) de aşkere kirin.
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Bextiyar Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, di navbera aliyan de ji bo birêxistinkirin û pêşxistina karûbarên her du deverên (Yek û Du) yên Wezareta Pêşmerge, têgihîştineke gelekî baş heye. Bextiyar Mihemed destnîşan kir ku li gorî biryarê, her du dever dê bi hev re werin ragihandin.
Derbarê dema temambûna rêkarên yasayî û îdarî de, Emîndarê Giştî diyar kir ku komîteyên peywendîdar heta roja yekşema bê dê karên xwe bidomînin. Armanca van xebatan ew e ku hemû desthilatên îdarî, yasayî û darayî werin diyarkirin da ku her du fermandariyên deveran bi awayekî fermî dest bi erkên xwe bikin.
Civîna Encûmena Wezîran û yekeyên 70 û 80
Lîwa Rukin Bextiyar Mihemed aşkere kir, di çend rojên borî de li Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîneke bi beşdariya nûnerên Yekeyên 70 û 80, Wezareta Darayî û Wezareta Pêşmerge lidar xist. Di vê civînê de pêngavên giring ber bi rêkeftina dawî ve hatine avêtin.
Ji aliyekî din ve, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Umêd Sebah diyar kir, Komîteya Bilind a Birêxistinkirina Pêşmergeyan desthilatên îdarî û leşkerî yên her du deveran bi hûrgilî nirxandine. Tê çaverêkirin ku di demeke nêz de karên komîteyê bidawî bibin û hemû biryar bi fermî werin pesendkirin."
Ev pêngavên Wezareta Pêşmerge di çarçoveya pêvajoya çaksazî û yekkirina hêzên Pêşmerge de ne, ku armanca wan avakirina fermandariyeke niştimanî û sîstemeke leşkerî ya yekgirtî li Herêma Kurdistanê ye.