NY hişyarî da: DAIŞ bi alîkariya ‘Zîrekiya Destkird’ bi şêwazekî nû vedigere

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand, metirsiya rêxistina terorîst a DAIŞê ji nîveka sala 2025an ve bi awayekî berçav zêde bûye û şêwazekî hîn aloztir girtiye ser xwe. Hat aşkerekirin ku DAIŞ niha teknolojiyên pêşketî ji bo birêxistinkirin û êrîşan bi kar tîne.

Cîgirê biwekalet ê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Neteweyên Yekgirtî ji bo Têkoşîna li dijî Terorê, Alexander Zuyev îro 5ê Sibatê di raporekê de li pêşberî Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî hişyariyên giran dan.

Zuyev destnîşan kir ku DAIŞ û şaxên wê qada amadehiya xwe li Rojavayê Afrîka û navçeyên peravê berfireh dikin. Her wiha diyar kir, DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê jî bi berdewamî êrîşan pêk tîne.

Di raporê de hat gotin, li Afganistanê şaxê "Wîlayeta Xorasan" hîn jî wekî yek ji metirsiyên herî giran bo ser navçeyê û cîhanê dimîne. Zuyev her wiha bal kişand ser êrîşa Berçileya borî ya li Sydney a Awistralyayê (ku 15 kes tê de hatibûn kuştin) û got ku bingeha wê êrîşê îdeolojiya DAIŞê bû.

Li aliyê din, Seroka Berpirsa Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê ya NY’yê, Natalia Gherman ragihand, DAIŞê şêwazên karkirina xwe nû kirine. Gherman eşkere kir ku rêxistin ji bo bidestxistina sermayeyê, bi awayekî berfireh diravên dîjîtal (Krîpto) bikar tîne.

Gherman her wiha bal kişand ser bikaranîna amûrên înternetê, sîstemên dronan û bernameyên pêşketî yên Zîrekiya Destkird (AI). Hat diyarkirin ku ev teknolojî bûne sedema sereke ya ji nû ve xwe-birêxistinkirina rêxistinê.

Natalia Gherman hişyarî da ku DAIŞ "Zîrekiya Destkird" ji bo belavkirina tundrewiyê û tevlîkirina mirovan nav rêzên xwe bikar tîne. Bi taybetî hat destnîşankirin ku bi rêya van bernameyên zîrek, zarok û ciwan bi awayekî bi mebest tên armanckirin û ber bi tundrewiyê ve tên ajotin.

Tevî fişarên navdewletî û operasyonên têkoşîna li dijî terorê, Neteweyên Yekbûyî hişyarî dide ku DAIŞê şiyana xwe ya li gorî rewşê guhertiyê û niha bi rûyekî dîjîtal û teknolojîk ê metirsîdar vedigere.