Mezlûm Ebdî: Em ligel wezîrê Fransî li ser parastina mafên Kurdan û YPJ’ê axivîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, wan ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li ser cîbicîkirina rêkeftina ligel Şamê, parastina herêmên Kurdî û yekkirina hêzên leşkerî gotûbêjên hûr kirine.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê daxuyaniyek derbarê civîna xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot belav kir. Ebdî destnîşan kir ku civîn li Hewlêrê pêk hatiye û tê de gelek dosyayên giring ên girêdayî ayendeya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine nirxandin.
Cîbicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê
Mazlûm Ebdî diyar kir, di civînê de hûrgiliyên cîbicîkirina rêkeftina 29ê Çileya borî (ya navbera HSD û hikûmeta Şamê) hatine nîqaşkirin. Ebdî got: "Me li ser berdewamiya şerê li dijî DAIŞê û rêyên parastina girtîgehên ku çekdar û malbatên DAIŞê tê de ne, danûstandina bîr û rayan kir."
Parastina taybetmendiya herêmên Kurdî
Yek ji xalên herî giring ên civînê, parastina mafên neteweyî yên Kurdan bû. Mezlûm Ebdî eşkere kir ku wan giranî daye ser "parastina taybetmendiya herêmên Kurdî û mîsogerkirina mafên Kurdan li Sûriyeyê."
Yekkirina hêzan û rola YPJ’ê
Fermandarê Giştî yê HSDyê destnîşan kir, pêvajoya yekkirina hêzan dê hemû hûrgiliyan li xwe bigire, bi taybetî jî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wekî hêzeke serbixwe û çalak dê di nava vê sîstemê de cih bigire.
Fransa piştgiriya xwe nû kir
Li gorî daxuyaniya Mezlûm Ebdî, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di civînê de giringiya cîbicîkirina temam a rêkeftina navbera aliyan bi bîr xistiye. Barrot ragihandiye ku Fransa di vê qonaxa hestiyar de piştgiriya tam dide van gavan û wekî garantorekî navdewletî li gel gelê Kurd dimîne.