Sînan Çîftyûrek: Ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê pêdivî bi gavên yasayî û berdana girtiyan heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek ragihand, heta niha di komîsyona amadekirina raporta aştiyê de ti encameke berçav nehatiye bidestxistin. Çîftyûrek herwiha bal kişand ser giringiya yekrêziya neteweyî û piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyûrek, di hevpeyvînekê bi Kurdistan24ê re, rewşa herî dawî ya xebatên "Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Birayetî û Demokrasiyê" ya li Perlemantoya Tirkiyeyê û bandora geşedanên Rojavayê Kurdistanê li ser pêvajoya navxweyî ya Tirkiyeyê nirxand.
‘Di komîsyonê de encameke nû tune ye’
Sînan Çîftyûrek destnîşan kir, tîma nivîsandina raporta hevbeş a pêvajoya aştiyê ji bo cara pêncemîn civiya ye, lê belê heta niha aliyên siyasî li ser encameke dawî lihev nekirine. Çîftyûrek got: "Raporta reşnivîs hat amadekirin û ji partiyan re hat şandin, lê hîn di warê guhertinên yasayî û destûrî de (bi taybetî Madeyên 66 û 42) ti pêngavên konkret nehatine avêtin."
‘Mafê Hêviyê’ û berdana girtiyan
Çîftyûrek bal kişand ser daxuyaniyên lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî yên derbarê "Mafê Hêviyê" de û diyar kir, ev yek divê ji çarçoveya gotinê derkeve û bibe qanûn. Herwiha tekez kir jî, ji bo serkeftina pêvajoyê, divê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên dozên Kobanê werin azadkirin û biryarên Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan werin cîbicîkirin.
‘Tirkiye li Rojava siyaseteke şaş dimeşîne’
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û rêkeftina HSD û Şamê de, Sînan Çîftyûrek rexne li helwesta Enqerê girtin û got: "Tirkiye li hemberî geşedanên Sûriyeyê polîtîkaya 'bisekine û bibîne' dimeşîne. Dewleta Sûriyeyê îro behsa mafên Kurdan û fermîkirina zimanê Kurdî dike, lê Tirkiye bi xwe li hundirê welat mafên 30 mîlyon Kurdan nas nake. Ev nakokiyeke mezin e."
Parlamenterê DEM Partiyê daxwaz kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî, divê Tirkiye deriyên sînor ên wekî Mûrşîtpinarê tavilê veke.
Spasî ji bo Herêma Kurdistanê
Di beşeke din a axaftina xwe de, Sînan Çîftyûrek pesnê helwesta niştimanî ya Herêma Kurdistanê û serkirdeyên wê da û got: "Em spasiya xelkê Başûrê Kurdistanê û serkirdeyên siyasî mîna birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî dikin. Ew yekrêziya ku ji bo piştgiriya Rojava hat nîşandan, ruhê Qazî Mihemed şad kir. Ev yekîtiya neteweyî mîsogeriya parastina destkeftiyên Kurdan e li her çar parçeyên Kurdistanê."
Çîftyûrek di dawiyê de tekez kir ku aramiya li Tirkiyeyê û çareserkirina doza Kurd bi rêyên demokratîk, dê bandoreke rasterast û erênî li ser aştiya li Sûriye û Iraqê jî bike.