Serok Barzanî sersaxî li Dr. Nûrî Osman kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi peyameke hevxemiyê sersaxî li Dr. Nûrî Osman kir, ji ber koça dawî ya dayika wî xatûn Zakîye Emîn Ebdulrehman.
Serok Mesûd Barzanî ji ber koça darî dayika Dr. Nûrî Osman, peyameke sersaxiyê arasteyî wî û malbata wî kir. Serok Barzanî di peyama xwe de xemgîniya xwe ya kûr anî ziman û hevxemiya xwe ligel malbata xwedêjêrazî parve kir.
Di peyama Serok Barzanî de wiha hat gotin:
"Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Birêz Dr. Nûrî Osman,
Bi mixaniyeke mezin nûçeya koça dawî ya dayika we ya birêz, xatûn Zakîye Emîn Ebdulrehman gihîşt me. Em sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî we, malbat, kesûkar û hemû dost û nasên we dikin û xwe bi hevparê xema we dizanin.
Ji Xwedayê Dilovan daxwaz dikin ku giyanê dayika we ya xwedêjêrazî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî."