Mexdûrên erdhejên 6ê Sibatê hîn jî li benda qerebûkirinê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera erdhejên 6ê sibatê de birînên mexdûran hîn jî vekirî ne, gelek meudûrên ku kelupelên wan binê avahiyên ruxiyayîn de mayîn dibêjin ji wan re hatibû gotin ku dê saziyên fermî hemû ziyanên wan qerebû bikin lê hîn jî dozên meudûriyetê berdewam in û alîkariyek darayî bo gelek meudûran hîn jî nehatiye dayîn.
3 sal ji ser erdhejên 6ê sibatê yên Mereşê re derbas bûn, di erdhejan de li 11 bajaran 53 hezar û 537 kes mirin, 107 hezar û 204 kes birîndar bûn , 297 kes hîn jî winda ne, 518 hezar avahî an ruxiyan an jî xusarek giran dîtin. Wê demê gelek avahiyên ku metirsiya hilweşînê ser wan hebûn hatin valakirin û welatiyên van avahiyan de rudiniştin jî nekarîn kelupelên xwe derxin û ji ber vê yekê jî welatî meudûr bûn û hîn jî meudûriyeta wan nehatiye qerebûkirin.
Mexdûrê Erdhejên 6ê Sibatê Servet Bugur ji K24ê re got: “Avahiya 8 tebeqe ya di kêleka avahiya me de bû ruxiya û 100 kes tê de mirin, hemû cîranên me bûn, em bi hawara wan ve çûn , piştî ew avahî ruxiya polîsan avahiya me jî dorpêçkirin û gotin hûn nikarin têkevinê, 318 xiram zêrê min tê de bû, kelupelên me tê de bûn, me nekarî em derziyekê jî derxin, paşê jî bêyî ku me agahdar bikin avahî hat ruxandin, bermayîyên avahiyê jî avêtin qadek dûr. Ji me re gotin mereq nekin wê hemû kelupelên we werin dayîn lê hîn jî em di vê rewşê de ne, min li dijî Wezareta Karên Navxweyî, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Parêzgeriya Diyarbekir û Wezareta Bajarvaniyê doz vekiriye û doz didome, ez li benda qerebûkirina ziyana xwe me.”
Li Diyarbekirê jî di erdhejên 6ê sibatê de 412 welatîyan jiyana xwe ji dest dan, 6 avahî ruxiyan û 4 hezar û 494 avahî jî ji ber ku xursarek giran dîtibûn hatin ruxandin. Welatiyên ku kelûpelên wan binê avahiyan de mayîn amaje dikin ku sermiyanê wan ê bi salan bi êş û bi zehmetî berhev kiribûn ji nişka ve ji destê wan derketine û hîn nekarîne ser xwe ve werin.
Mexurekî din jî got: “Ez 8 salan girtîgehê de mam, piştî ku derketim min ji xwe re jiyanek nû ava kir, min dest bi kar kir û min xaniyek ji xwe re stand lê di şevekê de hemû sermiyanê min çû, xanî jî çû û mal jî çû, 200 xiram zêr hebû, hinek lîreyê tirkî û dolar hebû, hemû ma binê xaniyê ruxiyayî de û heta niha jî meudûriyeta me didome.”
Di erdhejên 6ê sibatê de gelek malbatan canê xwe malê xwe û halê xwe ji dest dan, malbat dibêjin can çun êdî nayên lê ji bo ku bikaribin jiyana xwe bidomînin divê piştgiriya wan were kirin û ziyana wan were qerebûkirin.