Konsulê Giştî yê Fransayê: Em ji nêzîk ve çavdêriya rêkeftina HSD û Şamê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem ragihand, Fransa li ser dostaniya xwe ya ligel Herêma Kurdistanê berdewam dibe û piştgiriyê dide ku Kurdên Sûriyeyê di nexşeya nû ya wî welatî de xwedî maf û pêgeh bin.
Konsulê Giştî yê Fransayê Yann Braem îro 6ê Sibatê ji Kurdistan24ê re behsa hevdîtinên Wezîrê Derve yê Fransayê yên li Hewlêr û Şamê û helwesta Parîsê ya derbarê geşedanên herêmî de kir.
Yann Braem destnîşan kir, di hemû civînan de tekezî li ser berdewamiya dostaniya kûr a navbera Fransa û Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Braem herwiha got: "Pêwîst e her kes ji bo aramî û aramiya navçeyê û Sûriyeyê hevkar be. Wezîrê Derve yê Fransayê dosyaya agirbestê ligel hikûmeta Şamê gotûbêj kir. Helwesta me zelal e; divê mafên Kurdan li Sûriyeyê werin parastin û di Sûriyeya nû de xwedî pêgeheke fermî bin."
Konsulê Fransayê bal kişand ser hevdîtina di navbera Wezîrê Derve Jean-Noel Barrot û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de û diyar kir ku naveroka civînê, hûrgiliyên rêkeftina bi Şamê re bû.
Braem herwiha got: "HSD di şerê li dijî DAIŞê de hevkarê me yê giring bû. Em li ser vê hevkarî û hevahengiyê rijd in. Fransa her dem welatê yekem e ku diyalogê wekî rêya çareseriyê dibîne. Ji ber wê jî, em ji nêzîk ve çavdêriya cîbicîkirina rêkeftina navbera HSD û Şamê dikin."
Derbarê rola serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya di çareserkirina alozî û krîza dawî ya Rojavayê Kurdistanê de bilind nirxand û got: "Rola Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî ji pêkanîna aştiyê û çareserkirina kêşeyan gelekî çarenivîssaz û baş bû. Hewildanên wan bûn sedem ku herêm ber bi aramiyê ve bibe."