Parêzgarê nû yê Hesekeyê bi fermî dest bi kar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hesekeyê îro (Şemî, 7ê Sibata 2026ê) ragihand; Şandeyeka bilind a Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê bi Birêvebiriya Parêzgeha Hesekeyê re civiya.

Li gorî wan zanyarên ku bi dest Kurdistan24ê keftine, parêzgarê nû yê Hesekeyê her îro bi rengekê fermî dest bi karê xwe dike û erkên xwe bi rê ve dibe.

Birêvebiriya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê duhî (În, 6ê Sibata 2026ê) ragihandibû ku, şandeyeka Wezareta Berevaniyê ji bo nîqaşkirina çend mijaran gihîştibû Hesekeyê.

Armanca wê serdanê nîqaşkirina wan rêkaran e yên ku girêdayî tevlîkirina endamên HSDê di nav dezgehên Wezareta Berevaniyê de ne. Ev jî wekî bicihanîna bendên wê peymana ku di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de hatiye îmzekirin.

Li gorî wê peymanê, di qonaxa yekê de firqeyeka leşkerî ya nû dê ji sê lîwayên 16 hezar kesî ji bo hêzên HSDê bê çêkirin û pêvajoya tevlihevkirina hêzên HSDê û Hikûmeta Sûriyeyê dê mehekê bidome. Piştî ku Balafirxaneya Qamişloyê û deriyên sînorî radestî Hikûmeta Sûriyeyê hatine kirin, di qonaxa duyê de zeviyên petrolê jî dê bên radestkirin.