Birçîbûnê xelk û awareyên Kobaniyê bêzar kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Dorpêça li ser bajarê Kobaniyê, ku li roja 18ê Çileyê hatiye destpêkirin, heta îro jî berdewam e, û aware û şêniyên bajarê Kobaniyê bang li rayedarên xwecihî, hikûmî û herwesa civaka navneteweyî dikin ku, ji bo rakirina vê dorpêçê û vekirina rêyeka aram ji bo hatin û çûnê bi cidî bixebitin.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Şemî, 7ê Sibata 2026ê) ragihand: Ji ber hatina hejmareka mezin a awareyan ji gundên derdorê û nebûna alîkariyên mirovî, bajarê Kobaniyê ji ber kêmbûneka zêde ya av, elektrîk û xizmetên înternetê dinale û ew yek jî dibe rêgir ku ew dorpêça li ser hatiye wî bajarî hatiye sepandin bi rengekê rast bê veguhastin.
Ev rewş bi nemana sotemenî, alavên germkirinê, sebze û fêkiyan re hevdem e, ku bi hejmareka kêm ji gundên derdorê tên anîn û bi bihayên giran tên firotin, ku ji şiyanên piraniya şênî û awareyan zêdetir e. Li ser asta tenduristiyê jî, ew bajar di rewşeka pir xeter de ye, ji 10 rojan zêdetir e ku derman û şîr bi yekcarî kêm bûne û bi dest nakevin.
Tevî hebûna lihevkirin û hevfêmkirinê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de, tevî Wezareta Berevaniyê û Wezareta Navxwe jî, lê ew dorpêç hîn jî berdewam e û heta niha tu nîşanên cidî ji bo rakirina wê tune ne.
Şêniyên wê derê li wê bawerê ne ku, ew siyaseta birçîkirin û tîkirinê ya ku li dijî sivîlan tê kirin dikeve kategoriya tawanên şer ên plankirî, ku ji hêla hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û komên alîgirên wan ve li derdor û hundirê wî bajarî li ber çavên civaka navneteweyî tê bicihanîn.
Di vê çarçoveyê de, aware û şêniyên bajarê Kobaniyê bang li rayedarên xwecihî, hikûmî û herwesa civaka navneteweyî dikin ku, ji bo rakirina vê dorpêçê û vekirina rêyeka aram ji bo hatin û çûnê bi cidî bixebitin.