Balafirxaneya Qamişloyê diçe nav Desthilata Balafirvaniyê ya Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyeka Hikûmeta Sûriyeyê gihîşt Balafirxaneya Navneteweyî ya Qamişloyê, bi merema bikarxistin û veguhestina serperiştiya wê balafirvaniyê. Ev jî wekî nîşanek ji bo nêzîkbûna dema aktîvkirina bi temamî ya geştên asmanî li wê balafirxaneyê ye.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, şandeyeka Hikûmeta Sûriyeyê gihîşt nav Balafirxaneya Qamişloyê, ku Birêvebirê nû yê Ewlehiya Hesekeyê (girêdayî Şamê) Merwan Elî serokatiya wê dike û karê wan ê sereke amadekariyên bikarxistina wê balafirxaneyê ye.

Li gorî zanyaran, armanca vê pêngavê ew e ku, Balafirxaneya Qamişloyê bi rengekê fermî bikeve bin kontrola Desthilata Sivîl a Şamê. Şandeya teknîkî û ewlehiyê niha ji bo dabînkirina pêdivîtiyên îdarî û teknîkî dixebite, da ku ew balafirxane di demeka nêzîk de ji bo geştan bê vekirin û wekî caran çalakî bên destpêkirin.

Balafirxaneya Navneteweyî ya Qamişloyê yek ji girîngtirîn deriyên sînorî yên bakurê dewleta Sûriyeyê ye. Ji piştî destpêkirina aloziyên Sûriyeyê li sala 2011ê ve, çalakiyên sivîl ên vê balafirxaneyê bi rengekê berçav kêm bûne û tenê ji bo veguhastina leşkerî û hin geştên sînordar dihat bikaranîn.

Vegerandina vê balafirxaneyê ji bo bin kontrola desthilata balafirvaniyê ya Şamê wekî pêngaveka girîng ji bo normalkirina tevgerên bazirganî û sivîl li deverê tê dîtin, herwesa dê ji bo welatiyên parêzgeha Hesekeyê û derdora wê jî gelek hêsankariyan bike.