Serokê Fraksiyona YNKê: Şandeyên PDK û YNKê li ser postê Serokkomar dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyên danûstandinkar ên PDK û YNKê roja Çarşemê li ser asta bilind dicivin. Armanca sereke ya civînê, lihevkirina li ser posta Serokkomarê Iraqê ye.
Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di Parlamentoya Iraqê de Herêm Kemal Axa îro 9ê Sibatê ji Kurdistan24ê re ragihand, roja Çarşemê (11ê Sibatê) şandeyên PDK û YNKê yên danûstandinkar dê bicivin.
Herêm Kemal Axa destnîşan kir, ev civîn ji bo çareserkirina nakokiyên li ser posta Serokkomar e. Kemal Axa got: "Eger her du alî li hev bikin, hingê roja Pênşemê (12ê Sibatê) Parlamentoya Iraqê dê ji bo hilbijartina Serokkomar bicive."
PDK: Pirsgirêk ne tenê posta Serokkomar e
Ji aliyê xwe ve, Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de Şaxewan Ebdulla di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, biryara li ser dem û şêwazê rûniştina parlamentoyê dê li derveyî parlamentoyê (di navbera serokên aliyan de) were dayîn.
Şaxewan Ebdulla got, ne rast e mirov bibêje pirsgirêka Iraqê tenê posta Serokkomar an jî nakokiya PDK-YNKê ye. Herwiha aşkere kir ku aliyên Şîe jî di nav xwe de li ser posta Serokwezîr, xwedî nakokiyên kûr in.
Serokê Fraksiyona PDKê tekez kir, aliyên siyasî dixwazin berî ku biçin parlamentoyê, li ser her du postan (Serokkomar û Serokwezîr) bigihîjin encamekê. Ebdulla hişyarî da û got: "Eger rûniştina parlamentoyê bêyî rêkeftineke pêşwext were lidarxistin, Serokkomar nayê hilbijartin. Lewma divê pêştir lihevkirin çêbibe."