Mihemed Ozturk: Li Tirkiyeyê daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî zêde bûye

Mihemed Seîd Ozturk
Mihemed Seîd Ozturk

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Navenda Dilkurdê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, li Tirkiyeyê daxwaza li ser zimanê Kurdî di perwerde û fêrkirinê de sal bi sal zêde dibe û xelk dixwazin bi rêya navendên fêrbûnê fêrî zimanê Kurdî bibin.

Birêvebirê Navenda Dilkurdê Mihemed Seîd Ozturk ji Kurdistan24ê re got: Em her sal lêkolîn dikin. Li gorî wan lêkolînên hatine kirin, xwesteka fêrbûna zimanê Kurdî %60 zêde bûye, xasma jî niha ku zarok dixwazin zimanê xwe yê dayikê fêr bibin, herwesa malbat jî bizavê dikin ku zarokên wan bi Kurdî bixwînin û fêr bibin.

Mihemed Seîd Ozturk eşkere jî kir ku, heta di pirtûkxaneyan de jî daxwaz li ser kirîna pirtûkên Kurdî zêde bûye, ev yek jî dê bibe sedema wê yekê ku bêtir girîngî bi çand û edebiyata Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê dan.

Birêvebirê Navenda Dilkurdê herwesa ragihand: Îsal tenê li pola çarê ya xwandina bingehîn zêdetir ji 18 hezar xwendekaran xwendiye.