PWK: M. Emîn Bozarslan di parastina ziman û edebiyata kurdî de roleke binirx lîst
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji ber koça dawî ya nivîskar û zimanzanê navdar Mehmet Emîn Bozarslan peyameke sersaxiyê belav kir û xemgîniya xwe ya kûr anî ziman.
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk, bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî li malbat, hezkirî û hemû kedkarên zimanê kurdî kir. Ozçelîk di peyama xwe de destnîşan kir ku "wefata mamoste Mehmet Emîn Bozarslan ji bo miletê Kurd û edebiyata kurdî windahiyeke mezin e. "
Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de bal kişand ser keda Bozarslan a ji bo zimanê dayikê û wiha got: "Me bi xemgînî bihîst ku welatperwerê kurd, kedkarê ziman û edebiyata kurdî mamosteyê hêja Mehmet Emîn Bozarslan koça dawî kiriye. Mamoste Bozarslan bi xebat, lêkolîn û berhemên xwe, di parastina ziman û edebiyata kurdî de roleke girîng û binirx lîstiye."
Herwiha Ozçelîk di berdewamiya peyama xwe de got: "Ruhê wî şad, cihê wî bihişt be. Em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên mamoste Mehmet Emîn Bozarslan re û ji hemû kedkarên zimanê kurdî re dixwazin. Bila serê gelê me sax be."
Nivîskar, zimanzan û wergêrê navdar ê Kurd, Mehmet Emîn Bozarslan, duh 9ê Sibata 2026an li bajarê Uppsala yê welatê Swêdê di 91 saliya xwe de koça dawî kir.
Mamoste Bozarslan ku bi salan e li diyasporayê dijî, bi taybetî bi wergera xwe ya "Mem û Zîn" a Ehmedê Xanî ya bo zimanê tirkî û bi xebatên xwe yên li ser ziman û dîroka kurdî dihate naskirin.