Mislim Şêx Hesen: Li ser rakirina dorpêça Kobanê lihevkirin heye, lê hîn nehatiye cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Serkirdetiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Mislim Şêx Hesen ragihand, şandeyeke Asayîşê ya Kobanê li Helebê bi berpirsên hikûmeta Sûriyeyê re civiyaye û li ser rakirina dorpêça ser bajarê Kobanê lihevkirinek çêbûye.

Mislim Şêx Hesen ji Kobanê ve ji Kurdistan24ê re, behsa geşedanên dawî yên li bajarê Kobanê û hevdîtinên li Helebê kir û diyar kir ku şandeyeke ji Rêveberiya Kobanê bi armanca rakirina dorpêçê serdana Helebê kiriye û di encamê de li ser çend xalên bingehîn lihevkirin pêk hatiye.

Li gorî agahiyên ku Hesen dan, di civînên li Helebê de li ser vekirina korîdorên di navbera Kobanê û herêmên din de lihevkirin çêbûye. Tê payîn ku rêyên ber bi başûrê bajêr (navçeyên Sirrîn û Qera Qozaxê) werin vekirin, da ku pêdiviyên jiyanî bigihîjin hundirê bajêr. 

Hesen got: "Pêdivî ye ev lihevkirin demildest bikeve warê pratîkê da ku êşa xelkê me bi dawî bibe."

Derbarê hebûna hêzên leşkerî de, Mislim Şêx Hesen diyar kir, li gorî lihevkirinê, hêzên Artêşa Sûriyeyê li hinek gundên derdora Kobanê û Çelebiyê cihên xwe guhertine. Wî tekez kir ku li gorî plana nû, divê hevahengiyek di navbera hêzên cuda de hebe, da ku ewlehî û aramiya herêmê were parastin.

Amaje bi wê jî kir, li gorî rêkeftina 29ê Çileyê ya di Navbera HSD û Hikûmeta Şamê de, diviyabû ku hêzên HSD û artêşa Sûriyeyê ji nava bajaran vekişin, lê heta niha li Kobanê ev xal nehatiye cibicîkirin.

Di dawiyê de, Hesen bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku rêzê li mafên mirovî yên welatiyan bigirin û nehêlin krîza aborî û mirovî li Kobanê kûrtir bibe.

Mislim Şêx Hesen aşkere kir, bajarê Kobanê û gundewarên wê zêdetirî 23-24 rojan e di bin dorpêçeke tund de ne. Wî destnîşan kir ku ji ber vê dorpêçê, rewşa mirovî ya xelkê herêmê pir giran bûye û welatî di dabînkirina pêdiviyên sereke yên wekî derman û şîrê zarokan de rûbirûyê zehmetiyên mezin in.