Bi raspardeya Mesrûr Barzanî pirsgirêka xwendekarên Îslamî hat çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pirsgirêka xwendekarên Îslamî hat çareserkirin.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 16ê Sibata 2026ê) belav kir ku, li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li roja 25ê Çileya 2026ê civîneka hevpar di navbera Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, Wezîrê Xwendina Bilind, Wezîrê Perwerdehiyê û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran de hat lidarxistin, ji bo çareserkirina pirsgirêka wergirtina xwendekarên Îslamî li zanîngehan.

Li gorî Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, piştî nirxandineka giştî û pêşkêşkirina rêya guncayî, biryar hat dayîn ku xwendekarên dibistanên xwendina Îslamî yên girêdayî Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bên wergirtin.

Herwesa li ber ronahiya vê civînê, Wezareta Xwendina Bilind îro (Duşem, 16ê Sibata 2026ê) bi biryara hejmar 3211 ya 16ê Sibata 2026ê qebûlkirina xwendekaran ragihand, ku 165 xwendekarên Îslamî li zanîngehên Kurdistanê hatin wergirtin.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike, ku ew pirsgirêk li ser raspardeya wî hat çareserkirin.

Berdevkê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Ebdula Şêrkaweyî jî her îro ji Malpera Kurdistan24ê re got: Piştî ku Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî biryar dabû ku derçûyên pola 12ê yên dibistanên olî li zanîngeh û peymangehan neyên wergirtin, îro piştî bizaveka zêde razîbûn li ser wergirtina wan li zanîngeh û peymangehan hat ragihandin.

Berdevkê Yekîtiya Zanayan amaje jî da ku, desthilat bi zanîngehan hatiye dayîn ku biryarê bidin ka ew dest bi xwendinê bikin an jî xwendina wan biçe sala bê.

Li Herêma Kurdistanê 20 dibistan û du peymangehên olî yên taybet hene, ku girêdayî Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ne. Herwesa ew dibistan pêştir girêdayî Wezareta Perwerdehiyê bûn, lê paşê ew ji bo Wezareta Ewqafê hatin veguheztin.