Dem Partiyê li ser civîna xwe ya bi Ocalan re daxuyaniyek belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyeka Dem Partiyê serdana girava Îmraliyê kir û bi Abdullah Ocalan re civiya, herwesa biryar e ku naveroka civîna xwe ya bi Ocalan re di daxuyaniyekê de eşkere bike.
Şandeyeka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro (Duşem, 16ê Sibata 2026ê) serdana girava Îmraliyê kir û bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan re civiya.
Ew şande ji Pervin Buldan, Mithat Sancar û Ozgur Fayik Erol pêk hatibû û li gorî zanyarên medyaya Dem Partiyê, biryar e ku ew şande naveroka hevdîtina xwe ya bi Ocalan re di daxuyaniyekê de eşkere bike.
Ev dibe serdana yekê ya vê şandeyê piştî nêzîkî mehekê, ku hevdîtina dawiyê di 17ê Çileya îsal de hatibû lidarxistin.
Ev di demekê de ye ku, şandeya Îmraliyê ya girêdayî Dem Partiyê li roja Pêncşema borî, 12ê Sibata 2026ê, li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re daxuyaniyeka fermî da.
Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku ew civîn di jîngeheka "girîng" de hat lidarxistin û her du alî li ser pêdivîtiya berdewamkirina pêvajoya aştiyê û lêgerîna çareseriya demokratîk hevnerîn bûn.
Şandeya Dem Partiyê di pareka din a daxuyaniya xwe de jî tekez kir ku, ji bo peydakirina baweriyê û avêtina pêngavên konkirîtî, divê karên Parlementoya Tirkiyeyê zêdetir bên xurtkirin û wezaretên têkildar û dezgehên hikûmetê roleka çalak bilîzin.