Encûmena Geştiyariyê ya Kurdistanê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Geştiyariyê ya Kurdistanê îro (Duşem, 16ê Sibata 2026ê) di merasîmeka taybet de bi amadebûna hejmareka rayedarên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat ragihandin. Armanc ji damezrandina vê encûmenê jî yekkirina şiyanan û pêşxistina sektora geştiyariyê bi rêya hevahengiya di navbera sektorên giştî û taybetî de ye.

Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî di merasîmekê de got: Encûmena Geştiyariyê ya Kurdistanê dê bibe pireka bihêz ji bo komkirina şiyanan û yekkirina nerînên me ji bo paşeroja geştiyariyê. Tekez jî kir ku, ev pêngav ji bo zêdetir nasandina sektora geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê ji bo navxwe, deverê û cîhanê ye.

Sasan Ewnî amaje jî da: Ev pêngav di çarçoveya nerîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û stratejiya kabîneya nehê de ye, ku girîngiyeka taybetî dide sektora geştiyariyê wekî stûneka sereke ji bo vejandina aborî. Eşkere jî kir: Ji bo cara yekê di dîroka Herêma Kurdistanê de, qanûna girêdayî geştiyariyê (Qanûna Hejmar 9 a sala 2022ê) li Parlamentoya Kurdistanê hatiye derxistin.

Navbirî amarên girîng ên warê geştiyariyê jî pêşkêş kirin û got: Li Herêma Kurdistanê zêdetir ji sê hezar cih û bingehên geştiyariyê hene û zêdetir ji 20 hezar kesan di vê sektorê de dixebitin, ku 80% ya wan karkerên navxweyî ne. Herwesa got ku, çar rêveberiyên giştî yên geştiyariyê yên nû li parêzgeha Helebçeyê û rêveberiyên serbixwe yên Zaxo, Soran û Raperînê hatine damezrandin û 80 projeyên geştiyariyê jî bi xerciyên zêdetir ji 7 milyar û 500 milyon dolaran hatine bicîhanîn.

Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê tekez jî kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hêsankariyên qanûnî, darayî û jêrxaneyî ji bo sektora taybetî peyda kirine û berdewam veberhêneran teşwîq dike ku di geştiyariyê de veberhênanê bikin, bi wê hêviyê ku ev encûmena nû ji bo zêdetir pêşxistina vê sektora stratejîk bibe teşwîqeka mezin bike.