Li Şêladzê ji ber pêla berf û baranê bi dehan darên bi temen şikestin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Şêladzê, ji ber barîna zêde ya berfê û şilbûna axê, bi dehan darên daristana destkird şikiyan. Rayedaran ragihand, planek ji bo parastina daristanê û çandina şitilên nû, hatiye amadekirin.

Pêla dawî ya berf û baranê ya li deverê, ziyan gihand daristanên destkird ên Şêladzê û Sêriyê. Li gorî zanyariyan, zêdetirî 70 darên sînoberê yên ku temenê wan di ser 45 salan re ne, ji ber giraniya berfê û lawazbûna axê şikiyan û ketin.

Çalakvanê jîngehê Samî Binyamîn bal kişand ser girîngiya daristanê ji bo siruşta herêmê û got: "Windakirina her darekê wekî windakirina parçeyek ji pişikên vê deverê ye. Ev yek bandoreke rasterast li ser jîngeh û bedewiya Şêladzê dike." 

Binyamîn daxwaz ji hikûmetê kir ku çavdêriya daristanê xurtir bike û li şûna her dareke ku ketiye, şitileke nû were çandin da ku daristan ji holê neribe.

Piştî ketina daran, tîmên polîsên daristanê dest bi komkirina wan daran kirin ku hinek ji wan ji aliyê welatiyan ve ji bo şewitandinê hatibûn birin.

Rêveberê Daristanan yê Dêrelûk û Şêladzê Elî Xemo aşkere kir, bi hevahengiya Rêveberiya Giştî ya Daristanên Dihokê, planek ji bo çêkirina çeperekê li dora daristanê hatiye danîn. Xemo herwiha tekez kir ku ji bo parastina rûbera kesk a herêmê, ew ê li şûna darên şikestî şitilên nû biçînin.

Ev daristana destkird di sala 1980î de li ser rûberê 109 donim zevî hatibû avakirin û niha mîna milkê şaredariyên Şêladzê û Sêriyê ye.