Piştî dayîna fîdyeyê malbata Kurd a ji Kobanê hat azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Malbata Ebdullah Hebeş a ji Kobanê, ku beriya demekê li parêzgeha Humsê ya Sûriyeyê hatibû revandin, piştî dayîna fîdyeyê hat azadkirin. Malbat niha li herêma Wadî Xalid a Libnanê hat wergirtin û ber bi bajarê Kobanê ve di rê de ye.

Enwer Hebeş, birayê Ebdullah Hebeş îro 19ê Sibatê ji Kurdistan24ê ragihand, birayê wî Ebdullah Hebeş Ato û malbata wî –ku ji heft kesan pêk tên– hatine azadkirin. Ev malbat piştî êrîşên dawî yên li ser herêma Kobanê reviyabûn û li bajarê Tilkelexê yê parêzgeha Humsê ji aliyê komên çekdar ve hatibûn girtin.

Enwer Hebeş hûrgiliyên azadkirina malbatê aşkere kirin û diyar kir, proseyê radestkirina pereyê fîdyeyê şeva borî li Libnanê pêk hatiye. Li gorî gotina wî, çend kesên rûpêçandî bi motorsîkletekê hatine û kîsê pereyê ku li ser hatibû lihevkirin, wergirtine. Piştî wergirtina fîdyeyê, revandiyan malbat li herêma Wadî Xalid a Libnanê serbest berdane.

Enwer got jî, malbata birayê wî ji ber êşkenceya derûnî û tirsandina di dema rehîngirtinê de, rewşa wan a derûnî gelekî xirab e. Herwiha got: "Birayê min, hevjîna wî û pênc zarokên wan niha di rê de ne û vedigerin Kobanê. Lê ew di bin bandoreke giran a tirsê de ne."