Dogan: Raporta Meclisê destpêka fermî ya qonaxa duyem e, divê gavên yasayî werin avêtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê raporta Komîsyona Meclisê de destnîşan kir, divê ji niha û pê de her kes bibe şopdarê cîbicîkirina vê raportê. Herwiha got: "Ev raport bi fermî destpêka qonaxa duyem a proseyê ye."
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiya xwe li ser geşedanên dawî civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Doganbal kişand ser xebatên "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ku ji meha Tebaxê ve berdewam dikirin û raporta dawî ya ku duh hat pesendkirin nirxand.
Ayşegul Dogan diyar kir, ev raport di bin çavê hemû raya giştî de hat amadekirin û got: "Pir giring e ku Pirsa Kurd di bin sîwana Meclisê de were nîqaşkirin. Me dît ku berê di gelek derfetên hatine wendakirin de, Meclisê rola xwe ya sereke nelîst û ev bû sedema zirarên mezin ji bo Tirkiyeyê. Lê vîna ku îro li parlamentoyê derketiye holê û beşdariya piralî, ji bo me gelekî bi qîmet e."
Dogan herwiha got: "Çareseriya vê pirsê, bi berfirehkirina qada siyaseta demokratîk pêkan e. Me wekî DEM Partî bi berpirsiyariyeke mezin ev xebat heta îro anîn. Divê were zanîn ku tiştek wekî ku ji derve xuya dike hêsan pêknehat. Me ji 5ê Tebaxê ve her cure hewildan kir, da ku xebatên komîsyonê bigihîjin encameke mayînde û bibin bingeha gavên pratîk."
Berdevka DEM Partiyê amaje bi daxuyaniya dawî ya Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Îmraliyê kir got: "Wekî ku birêz Ocalan jî got, êdî qonaxa yekem bi fermî bi dawî bû. Em dikarin vê raportê wekî destpêka fermî ya qonaxa duyem qebûl bikin. Ji niha û pê de hewcedariya me bi salnameyeke nû heye. Komîsyonê di raporta xwe de hûrgiliyên vê salnameyê diyar kirine, lê ya herî giring ew e ku ev sernav dê çawa werin cîbicîkirin."
Ayşegul Dogan herwih daxwaz kir ku Parlamentoya Tirkiyeyê kir, divê demildest xebatên ji bo sererastkirinên yasayî dest pê bikin.
Herwiha Ayşegul Dogan tekez kir jî, ligel pêşvebirina proseyê çareseriyê li Tirkiyeyê, ew daxwaz dikin zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanekî fermî û înkar li ser neyê kirin.