Trump serokatiya "Encumena Aştiyê" ji bo Xezzeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, serokatiya yekemîn civîna "Encûmena Aştiyê" ya li Washingtonê kir. Di civînê de ku nûnerên zêdetirî 45 welatan beşdar bûn, dahatûya Kerta Xezzeyê û avakirina wê hatin gotûbêjkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 19ê Sibatê li "Peymangeha Donald Trump a ji bo Aşitiyê" derbarê plana nû ya Xezzeyê de daxuyaniyek da. Hat ragihandin ku welatên beşdar di qonaxa yekem de 5 mîlyar dolar ji bo "Sindoqa Avakirina Xezzeyê" kom kirine.
Li gorî ajansa Reutersê, ji vê birê 1.2 mîlyar dolar ji aliyê Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (UAE) û 1.2 mîlyar dolar jî ji aliyê Kuweytê ve hatiye dabînkirin.
Yek ji biryarên herî girîng ên civînê, pêkanîna hêzeke navdewletî ya asayîşê ye da ku aramiyê li Xezzeyê biparêze. Rayedarên Amerîkî diyar kirin ku çendîn welatan amadebaşiya xwe nîşan dane ku bi hezaran leşkeran bişînin, da ku di çarçoveya vê hêza navdewletî de alîkariya parastina aşitiyê li herêmê bikin.
Ragihandina vê encûmenê di qada navdewletî de bûye sedema nîqaşên germ. Tevî ku Îsraîl endama vê encûmenê ye, ti nûnerên Filîstînê nehatine vexwendin. Herwiha welatên xwedî mafê "Veto"yê (Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn) di lîsteya endaman de cih nagirin. Ev yek dibe sedema nîgeraniyên ku ev pêngava Trump, rola Neteweyên Yekgirtî (NY) di çareserkirina kêşeyên navdewletî de lawaz bike.
Sê astengiyên mezin li pêşiya planê ne
Tevî van gavan jî, pispor û rayedar balê dikşînin ser sê astengiyên sereke:
1- Warê Ewlehiyê: Hêzên navxweyî yên Xezzeyê hîn nehatine perwerdekirin û ji bo parastina asayîşê ne amade ne.
2- Danûstandin: Hîn ne zelal e ku kî dê rasterast ligel Hamasê gotûbêjan bike, lê tê payîn ku ev yek bi rêya Tirkiye û Qeterê were kirin.
3- Alîkariyên Mirovî: Rewşa mirovî li Xezzeyê wekî "karesat" tê pênasekirin û hîn ne diyar ye ku kî dê berpirsiyariya dabeşkirina alîkariyên mirovî li hundirê Kerta Xezzeyê bigire ser xwe.